Wezareta Tenduristiyê amarên dawî yên koronayê ragihand

09 October 2020 17:12 0 dîtin
Wezareta Tenduristiyê amarên dawî yên koronayê ragihand

PeyamaKurd – Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Herêma Kurdistanê îro 9ê Cotmehê ragihand ku di nav 2 saetên dawî de, 12 kes ji vîrusa koronayê mirine û 838 kesên din jî pê ketine.

Li gorî daxuyaniya wezaretê ji nav 5313 testên 24 saetên dawî testên 838 kesan pozîtîf derketine ku 206 li Hewlêrê, 252 li Silêmaniyê, 28 li Germiyanê, 333 kes li Duhokê û 19 kes jî li Helebceyê ne.

Herwiha hat ragihandin ku 12 kesan jî di 24 saetên borî de ji vîrusa koronayê can daye.

Tevî van amaran li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyan gihîşt 54 hezar û 387 kesan û hejmara mirinan jî bû 1949 kes ku 34 hezar û 128 kes jî baş bûne.