Wezareta Tenduristiyê amarên dawî yên Covid-19 belav kir
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand di daxuyaniya xwe ya îro 7ê Çile de ragihand ku di nav 24 demjimêrên borî de 80 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 4 kesan jî wefat kiriye.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduruitiyê 80 kesên bi vîrûsa koronayê ketine, 30 kes li Hewlêrê, 34 kes li Silêmaniyê, 14 kes li Duhokê, 1 kes li Germiyanê û 2 kes li Raperînê ne.
4 kesên can dane jî kesek li Hewlêrê, 2 kes li Silêmaniyê û kesek jî li Duhokê ye.
Herwiha hat eşekerekirin ku di nav 24 demjimêran de, 976 nexweşên koronayê jî baş bûne.
Tevî van amarên dawî li Herêma Kurdistanê hejmara pêketinan gihîşt 104055 kesan, ya mirinan bû 3 hezar û 410 kes û ji destpêka pandemiyê heta niha 77068 kes jî baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin