Wezareta Tenduristiyê ji bo parastina Covid-19ê ji WHOyê daxwaza maskeyên taybet dike

22 February 2020 16:40 0 dîtin
Wezareta Tenduristiyê ji bo parastina Covid-19ê ji WHOyê daxwaza maskeyên taybet dike

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Kurdistanê ragihand, wan ji dezgeha tenduristiya cîhanî (WHO) daxwaza maskêyên taybet ji bo parastina li hember virusa Koronayê (COvid-19) kirine.

Berdevkê Wezareta Tenduristiya Kurdistanê, Dr. Mihemed Qadir got, heya niha virusa Koronayê (COVİD-19) derbasî Herêma Kurdistanê nebûye lê me tevdîrên tund wergirtine.

Dr. Mihemed Qadir li ser bikaranîna maskeyan jî got, me daxwaz ji dezgeha tenduristiya cîhanî (WHO) kiriye maskêyên taybet ji bo (Covid-19) ji Herêma Kurdistanê re dabîn bike. Ji ber ku maskêyên normal nikarin rê li ber wê nexweşiyê bigirin.

Berdevkê wezareta tenduristiya Kurdistanê da zanîn, helbet pêwîst nake her kes wan maskeyan bikar bîne, tenê yên ku ew nexweşî ketiya canê wan û karmendên nexweşxaneyan û yên ku li ser sînoran in, dikarin wan maskeyan bikar bînin.


Hejmara kesên ku Covid-19 ketiye canê wan ji 76 hezaran zêdetir bû

Li Îranê 2 kes ji ber Covid-19ê mirin

Li Îtalyayê ji ber Covid-19ê cara ewil kesek mir