Wezareta Tenduristiyê rewsa dawî ya Covid-19 eskere kir: 19 wefat û 1041 pêketiyên nû hene

28 September 2021 19:00 0 dîtin
Wezareta Tenduristiyê rewsa dawî ya Covid-19 eskere kir: 19 wefat û 1041 pêketiyên nû hene


PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 1401 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 19 kes jî mirine.

Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya îro Sêşemê de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1401 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 342 kes li Hewlêrê, 598 kes li Silêmaniyê, 372 kes li Duhokê, 41 kes li Helebceyê, 38 kes li Germiyanê û 10 kes li Raperînê ne.

Wezaretê ragihand ku di nav 24 demjimêran de 19 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 5 kes li Hewlêrê, 8 kes li Silêmaniyê, 4 kes li Duhokê û 2 kes li Raperînê ne.

Herwiha hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 1290 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 340 kes li Hewlêrê, 490 kes li Silêmaniyê, 379 kes li Duhokê, 33 kes li Helebceyê, 38 kes li Germiyanê û 10 kes li Raperînê ne.

Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyan gihîşt 329519 kesan, ya mirinan bû 5838 kes û heta niha 295472 nexweş jî baş bûne.