Wezareta Tenduristiyê rewsa dawî ya Covid-19 eskere kir: 19 wefat û 2069 pêketiyên nû hene
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 2069 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 19 kes jî mirine.
Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe ya îro 10ê Tebaxê de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 2069 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ji wan 673 kes li Hewlêrê, 734 kes li Silêmaniyê, 488 kes li Duhokê, 70 kes li Helebceyê, 43 kes li Germiyanê û 61 kes li Raperînê ne.
Wezaretê ragihand ku di nav 24 demjimêran de 19 kesan jiyana xwe ji dest dane, ji wan 5 kes li Hewlêrê, 6 kes li Silêmaniyê, 5 kes li Duhokê, 1 kes li Raperînê û 2 kes li Gemriyanê ne.
Herwiha hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 967 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.
Li Herêma Kurdistanê bi van amarên dawî re hejmara pêketiyan bi giştî gihîşt 258070 kesan, ya mirinan bû 4970 kes û heta niha 207193 nexweşên korona jî baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin