Wezareta Tenduristiyê rewsa dawî ya Covid-19 eskere kir: 20 mirin, 2024 pêketinên nû

23 August 2021 19:00 0 dîtin
Wezareta Tenduristiyê rewsa dawî ya Covid-19 eskere kir: 20 mirin, 2024 pêketinên nû

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 2024 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 20 kes jî pê mirine.

Wezareta Tenduristiyê eşkere kir, di 24 demjimêrên borî de 2024 kes bi vîrûsa koronayê ketine ku 614 kes li Hewlêrê, 767 kes li Silêmaniyê, 394 kes li Duhokê, 54 kes li Helebceyê, 58 kes li Germiyanê û 37 kes li Raperînê ne.

Hat diyarkirin ku di nav 24 demjimêran de 20 kesan jî jiyana xwe ji dest daye ku ew jî 7 kes li Hewlêrê, 5 kes li Silêmaniyê, 6 kes li Duhokê, 1 kes li Helebceyê, 1 kes li Germiyanê ye.

Wezareta Tenduristiyê eşkere kir ku di 24 demjimêran de 2339 kes ji nexweşiya koronayê rizgar bûne ku 424 kes li Hewlêrê, 824 kes li Silêmaniyê, 958 kes li Duhokê, 30 kes li Helebceyê, 69 kes li Germiyanê û 34 kes li Raperînê ne.

Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketinan gihîşt 280860 kesan, ya mirinan bû 5240 kes û heta niha 232270 nexweş jî baş bûne.