Wezareta Tenduristiyê rewsa dawî ya Covid-19 eskere kir: 20 wefat û 1360 pêketiyên nû hene
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 1360 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 20 kesan jî can daye.
Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe ya îro 24ê Îlonê de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1360 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 481 kes li Hewlêrê, 492 kes li Silêmaniyê, 312 kes li Duhokê, 30 kes li Helebceyê, 33 kes li Germiyanê û 12 kes li Raperînê ne.
Wezaretê ragihand ku di nav 24 demjimêran de 20 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 6 kes li Hewlêrê, 2 kes li Silêmaniyê, 5 kes li Duhokê, 2 kes li Helebceyê, 4 kes li Germiyanê û 1 kes li Raperînê ye.
Herwiha hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 1180 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 300 kes li Hewlêrê, 469 kes li Silêmaniyê, 309 kes li Duhokê, 27 kes li Helebceyê, 63 kes li Germiyanê û 12 kes li Raperînê ne.
Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketinên koronayê gihîşt 325072 kesan, ya mirinan bû 5784 kes û heta niha 290880 kes jî baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin