Wezîrê Derve yê Swêdê: PKK rêxistineke terorîst e
PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Swêdê Tobias Billström diyar kir ku ji bilî yên bi PKKê re dixebitin, Kurd wê li welêt bên parastin û got, "PKK rêxistineke terorîst e."
Piştî ku ala Swêdê ku 32. endama NATO ye cihê xwe li baregeha sereke ya Brukselê girt, Tobias Billström bersiva pirsa peyamnêrê K24ê derbarê rewşa Kurdan li wî welatî û daxwaza Tirkiyê ya girtin û radestkirina wan da.
"PKK rêxistineke terorîst e û di qada navneteweyî de wek rêxistineke terorê tê qebûlkirin." Wezîrê Karên Derve yê Swêdê got, “Di Lûtkeya NATOyê ya li Madrîdê de, me bi hevalbendên xwe re nîqaş kir ku ji bo tehdîda terorê ya PKKê ya li ser Tirkiyeyê ji holê rakin em dikarin çi bikin. Em ê bi Tirkiyeyê re peymana ewlehiyê îmze bikin da ku li ser vê mijarê bêtir bixebitin."
Tobias Billström diyar kir ku her Kurdekî li Swêdê dijî dikare xwe bi ewle hest bike û wiha got: “Tenê kesên ku bi PKKê re kar dikin sedem hene ku xwe ne ewle hest bikin. Ev tiştê rast e ku were kirin."
-Pêvajoya endamtiya Swêdê ya NATOyê
Swêd jî wek cîranê xwe Fînlandiyayê, ji ber fikara ewlehiyê ya ku ji ber zêdebûna xetereya şer a li Ewropayê derketiye, di 18ê Gulana 2022an de serlêdana endamtiya NATOyê kiribû.
Tirkiye ku yek ji 30 welatên endam e ku divê endametiya nû ya NATOyê erê bike, hêviyên xwe yên ji Swêd û Fînlandiyayê anî ziman û diyar kir ku ew ji çalakiyên PKKê yên li Swêdê bi fikar in.
Di Lûtkeya Madrîdê ya di 28ê Hezîrana 2022an de, Tirkiyê bi Swêd û Fînlandiyayê re Peymana Sê alî îmze kir û tê de her du welatan di têkoşîna li dijî terorê de hevkariyeke berfireh îmze kirin. Di vê çarçoveyê de ji aliyê her sê welatan ve Mekanîzma Hevbeş a Daîmî hate avakirin.
Bi vî awayî her du welat bi fermî ji bo endamtiyê hatin vexwendin. Bi îmzekirina protokola tevlêbûnê ya welatên NATOyê di 5ê Tîrmeha 2022an de, rayedarên Swêdî û Fînlandiyayê "wek welatên vexwendî" dest bi beşdarbûna civînên NATOyê kirin. Di vê pêvajoyê de di navbera her sê welatan de gelek hevdîtin hatin kirin.
Fînlandiya di 3ê Nîsana 2023an de piştî ku sozên xwe yên ji bo bicihanîna hêviyên Tirkiyeyê bi cih anî, bû endama 31emîn a NATOyê.
Pêvajo ji bo Swêdê berdewam kir. Piştî erêkirina Meclisa Mezin a Tirkiyeyê ya di 23ê Çileyê û ya Meclisa Neteweyî ya Macaristanê ya di 26ê Sibatê de hat qebûlkirin, qonaxa dawî ya endamtiya Swêdê bi temamkirina prosedurê li parlementoyên hemû hevpeymanan destpê kir.
Swêd di 7ê Adarê de bi merasîma qebûlkirina protokola têketinê ya li paytexta DYAyê Washîngtonê bi awayekî fermî bû endamê 32yemîn ê NATOyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin