DYAyê NRM ku navenda wê li Swêdê ye wek rêxistineke terorîst nas dike

15 June 2024 13:46 0 dîtin
DYAyê NRM ku navenda wê li Swêdê ye wek rêxistineke terorîst nas dike

PeyamaKurd - Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku ew Tevgera Berxwedana Skandînavyayê (NRM) ku navenda wê li Swêdê ye, weke rêxistineke terorîst nas dike.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê da hat destnîşankirin ku DYA ji ber sedemên etnîkî ji ber tehdîda tundiyê bi fikar e.

Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat destnîşankirin ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) piştî ku bi hevkarên xwe yên Ewropî re şêwirîn, biryar da ku NRM wekî rêxistina terorê bê naskirin û 3 serokên rêxistinê jî wekî "Terorîstên Cîhanê yên Taybet ên Navnetewî" hatin qebûlkirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku endamên rêxistinê êrîşên tund li dijî dijberên siyasî, xwepêşander û rojnamevanan pêk anîne û rêxistina navborî wekî mezintirîn koma Neo-Nazî ya li Swêdê hat pênasekirin ku şaxên wê li Norwêc, Danîmarka, Îzlanda û Fînlandiyayê ne. .