Wezîr Uraloglu: Korîdora Zengezorê ji gihandinê re girîng e
PeyamaKurd – Korîdora Zengezorê yek ji buhirekî girînge ku ji Tirkiyê di ser Ermenistanê û Azerbeycanê de diçe heya Çînê. Ji terefê rojava de dikare here heya nav dewletên Yekîtiya Awrûpayê.
Li ser vekirina korîdorê, Tirkiye têkiliyên xwe Ermensitanê re dimeşîne. Rojek berê serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan bi serokwezîrê Ermenistanê Paşinyan re, di reya telefonê de axifî. Buhira Zengezorê dikeve nav axa Ermenistanê.
Wezîrê gihandinê û avahiyên bingehîn yê Tirkiyê Abdulkadir Uraloğlu di forma lojîstîk ya rêxistina dewletên Tirk de li Îstenbolê axifî û got:
“Divê têkiliyên navbera Tirkiyê û Çînê yên bazirganiya derve pêşde herin. Ji bo vê jî, divê gihandin bi ewle be, bilez be û bê navbir be. Li ser koridora Zengezorê ya di axa Ermenistanê de, em gelek pêşketin û xebatên wê derê Tirkiye, Azerbeycan û Ermenistan dişopînin.
Wê derê dê bibe koridorekî girîng ya ji korîdora orte. Korîdora ortê ya di navbera Tirkiyê û Çînê de, di ser xeta BTK ya raya trênê de, di wexta orte de, me kiriye hedefa xwe ku em salane di ser 200 seferan de, trênên konteynir bimeşînin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin