Wezîrê gihandinê Uraloglu: Navbera Îstenbol û Ankara dadikeve 85 deqeyan
PeyamaKurd – Wezîrê gihandinê yê Tirkiyê Abdulkadir Uraloğlu li ser xebatên çêkirina rêya hesin ya trênê ya navbera Îstenbol-Ankara û ya navbera Çorum-Ankara axifî. Uraloğlu axaftina xwe di civîna baregeha AKPê ya bajarê Çorumê de kir û got:
“Bi trênê ji bajarê Çorumê heya Ankara wê di 1,5ê de herkes karibe here. Ji Ankara heya Îstenbolê niha di 4 seetan de diçin. Eger proje ya Ankara-Îstenbolê biqede wê di 85 deqeyan de karibin herin. An birayekî me ji Çorumê dikare di 2,5-3 seetan de here Îstenbolê. Dema proje biqedin, wê Çorumî karibin bibin xwediyê tora rê ya Mersinê, Entabê û heya Kapıkuleyê.”
Wezîr Uraloğlu, her weha got ku dema tunelên Çorumê di sala 2024an de biqedin, wê di rêya herî kurt de karibin xwe bigihînin Îstenbolê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin