Wezîrê Pêsmerge: Pêwîst e alîkariya Amerîka û Hevpeymanan were berfirehtir kirin

06 December 2021 20:00 0 dîtin
Wezîrê Pêsmerge: Pêwîst e alîkariya Amerîka û Hevpeymanan were berfirehtir kirin

PeyamaKurd - Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl got ku alîkarî û hemahengiya Amerîka û hevpeymanan û tîma rawêjkaran cihê girîngiyê ye û em daxwaz dikin valahiya ewlehiyê di navbera hêza Pêşmerge û artêşa Iraqê nemine. 

Ragihandina Wezareta Pêşmerge bi daxuyaniyekê eşkere kir, Wezareta Pêşmerge û Tîma Ofîsa Alîkariya Asayîşa Amerîkayê li Herêma Kurdistanê li  ser wergirtina helwestekê û jinavbirina terorîstên DAIŞê li herêmên cihê cihê yên Iraqê û herêmên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê di diyalogê dane.

Wezîrê Pêşmerge Şores Îsmaîl bi daxuyaniyeke nivîskî gotiye, bi amadebûna Cîgirê Wezîrê Pêşmerge Serbest Lezgîn û Berpirsên Operasyonên Pêşmerge Lîwa Qareman Kemal û Lîwa Rukin Hoşmend Heyder, Emîd Rukin Hejar Umer, ligel berpirsê tîma ofîsa alîkariya asayîşa Amerîkayê li Herêma Kurdistanê Kolonel Doglas û şanda ligel wî civiya ne.

Di civînê de êrîşên dawî yên terorîstên DAIŞê yên li herêmên cihê cihê û têbîniyên dawî yên êrîşên DAIŞê û pirsa jinavbirina DAIŞê hat gotûbêjkirin.

Herwiha Wezîrê Pêşmerge daye xuyakirin: “Erka me hemûyan e bi hev re, weke tîmeke hevbeş rûbirûyî teror û terorîstan bibin, DAIŞê plana şer guherandiye, ji şerê eşkereyî ji bo şerê veşartî, ji bo erkeke girantir pêwîstî bi hevkarî û hemahengî hevdu û plan û teknîka nû ya şer heye.”

Şoreş Îsmaîl got: “Alîkarî û hemahengiya Amerîka û hevpeymanan û tîma rawêjkaran cihê girîngiyê ye û ji niha de em daxwaz dikin valahiya ewlehiyê ya di navbera hêza Pêşmerge û artêşa Iraqê de nemine û bi alîkariya hevpeymanan seqamgîrî û aramî ji bo temamî wan herêman were vegerandin. Êrîşa niha ya DAIŞê pêwîst dike alîkariya Amerîka û hevpeymanan ji bo hêza Pêşmerge were berfrehtir kirin.”