Wezîrê Pêsmerge û sekreterê encumena wezîran ji bo projeyasaya çaksaziyan dicivin
PeyamaKurd - Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl û Sekreterê Encumena Wezîran Amanc Rehîm ji bo projeyasaya çaksaziyan ya hikûmetê ligel Komîsyona Darayî ya Parlemana Kurdistanê dicivin.
Serokê Komîsyona Darayî ya parlementoya Kurdistanê, Ziyad Cebar got, em ê sibê bicivin û xebatên xwe bo amadekirina raporta xwe li ser projeyasaya çaksaziyan ya hikûmetê bidomînin.
Ziyad Cebar her wiha got, di civîna me ya sibê de Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl û sekreterê Encumena Wezîran Amanc Rehîm jî beşdar dibin. Ewê bersiva pirsên me yên li ser projeyasaya çaksaziyan bidin.
Beriya niha wezîrên navxwe, darayî û şehîdan bi komîsyona darayî ya parlementoyê re li ser heman mijarê civiyabûn. Lê ji ber kongireya YNKê, wezîrê pêşmerge û sekreterê encumena wezîran nekarîbûn bi komîsyonê re bicivin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin