WSJ: Aboriya Rûsyayê dest bi hilwesînê kir, wê Moskow zêde girêdayî Çînê bibe

30 March 2023 15:31
WSJ: Aboriya Rûsyayê dest bi hilwesînê kir, wê Moskow zêde girêdayî Çînê bibe

PeyamaKurd – Hat diyarkirin ku bandora mueyîdeyên ku welatên rojava li ser Rûsyayê sepandine zêdetir tên hestkirin.

Wall Street Journal (WSJ) ku yek ji rojnameyên sereke yên Dewletên Yekbûyî ye, diyar kir ku aboriya Rûsyayê dest bi hilweşînê kir.

Di nûçeyê de hat gotin, piştî şerê bi fermana operasyona leşkerî ya Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn di 24ê Sibata sala borî de dabû destpêkirin, bandora mueyîdeyên ku welatên rojava sepandibûn, zêdetir tên hestkirin.

Aleksandra Prokopenko, karbidestekî berê yê Banka Navendî ya Rûsyayê ku demek kin piştî destpêkirina şer welat terikand, got: "Aboriya Rûsyayê ketiye paşveçûnek demdirêj."

Hat eşkerekirin, ciwanên li welêt şandin eniyê yan jî reviyan û ev yek di encama kêşeya kar de derket. Herwiha bal hat kişandin ku rubleya Rûsyayê ji meha Mijdarê û vir ve ji sedî 20 bihayê xwe wenda kiriye.

Di nûçeyê de, tê nîqaşkirin ku pirsgirêkên aborî wê di demek kurt de bandorê li şerê ku Rûsyayê dimeşîne, neke. Hate nirxandin ku di navbera lêçûnên leşkerî yên ku roj bi roj zêde dibin û alikarî û lêçûnên civakî de hevsengî çênabe.

Herwiha hate gotin, Kremlîna ku li bazarên Ewropa û Amerîkayê hêza xwe wenda kiriye, her ku diçe nêzî Çînê dibe. Maria Shagina, ji Enstîtuya Lêkolînên Stratejîk a Navneteweyî ya ku navenda wê li Brîtanyayê ye, got:

"Tevî berxwedêriya Rûsyayê ya demkurt, wêneya demdirêj reş e: Moskow wê pir navxwetir û zêde girêdayî Çînê bibe."

Di nûçeyê de hat gotin, lêgerîna welatên Ewropayê ya li çavkaniyên cuda yên enerjiyê bandoreke neyînî li hatina Rûsyayê ya ji firotina gaza xwezayî û petrolê jî kiriye.

Di rapora xwe ya ku di meha Çile de hat weşandin de, IMF pêşbîniya xwe ya kêmbûna ji sedî 3,4 di sala 2022an de ji nû ve guherand û ragihand, aboriya Rûsyayê ji sedî 2,2 kêm bûye. Ajansa Îstatîstîka Netewî ya Rûsyayê jî ragihand, berhema navxwe ya navxwe par ji sedî 2,1 kêm bûye.

Wekî din, dema ku rêjeya enflasyonê di meha Sibatê de ji sedî 11 bû, Banka Navendî ya Rûsyayê diyar kir, tê pêşbînîkirin ku enflasyona salane di mehên pêş de bi awayekî demkî ji sedî 4 dakeve.

WSJ eşkere kir, biryara seferberiya qismî ya ku Pûtîn di meha îlonê de ragihandibû bandorek neyînî li aboriyê jî kir û nîvê sektora karsaziyê pirsgirêkên personelê hene.

Di nûçeyê de hat gotin, bi qutkirina gihandina teknolojiyên cuda yên wekî nermalava û amûrên rêveberiya databasê yên ji welatên rojavayî, dewleta Rûsyayê hewl da ku wan bi hilberên herêmî veguhezîne, lê bi serkeftinek kêm.

Ji Enstîtuya Lêkolînên Aborî ya Navneteweyî ya Viyanayê Vasili Astrov ev nirxandin kir:

"Ew mîna ku em vegerin serdema Sovyetê û her tiştî bi xwe bikin. Lê ew ê hema hema ne gengaz be ku tiştê ku wenda ye biguhezîne."

Ji aliyê din ve, olîgarşê Rûs Oleg Deripaska ku bi nêzîkbûna xwe ya bi Pûtîn re tê naskirin, îdia kir ku eger ew nikaribe sermayedarên biyanî peyda bike, wê sala bê pereyê Rûsyayê biqede.

Derîpaska di Foruma Aborî ya Krasnoyarskê ya ku di 2ê Adarê de li Sîbîryayê hat lidarxistin de axivî û got, "Wê sala bê pere biqede. Pêdiviya me bi veberhênerên biyanî heye."

Damezrînerê Rûsal a duyemîn hilberînerê herî mezin ê alûmînyûmê yê cîhanê Derîpaska îdia kir, rêveberiya Kremlînê zextê li olîgarşiyan dike û got, "Ji niha ve dest bi gefan kirine ku pereyên me ji me bistînin."