Rûsyayê destûra çûna sanda Îsraîlê bo Moskowê neda!
PeyamaKurd – Şandeka hiqûqê ya Îsraîlê ji bo mijara hewldanên girtina nûnertiya Ajansa Cihûyan a Îsraîlê (JAFI) xwest serdana Moskowê bike, lê ji aliyê Rûsyayê ve destûr ji bo wê şandê derneket.
Li gorî nûçeya rojnameya Haaretz a Îsraîlê, Wezareta Dadê ya Rûsyayê ragihandiye ku ji bo 28ê Tîrmehê şandeke Îsraîlê ya hiqûqê li ser mijara girtina nûnertiya JAFIyê amadekariya hatina Moskowê dike.
Di dewama nûçeyê de jî hatiye diyarkirin ku rayedarên Rûsî hîn destûra ji bo wê şandê nedane û rayedarên Îsraîlî jî dane xuyakirin, ji ber nedana destûrê ew ê nikaribin beşdarî rûniştina dadgehê ya bo girtina nûnertiya JAFIyê bikin.
Rayedarekî Îsraîlî li ser mijara girtina ajansa Cihûyan ku bûye sedema krîzekê di navbera herdu welatan de gotiye, beriya salekê daxwazên girtinê ji aliyê Rûsyayê ve hatine kirin ku pêwendiya wê bi şerê Ukrayna-Rûsyayê ve nîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin