WSJ: Dibe ku Îran di saetên pês de êrîsî Îsraîlê bike!

13 April 2024 09:29 0 dîtin
WSJ: Dibe ku Îran di saetên pês de êrîsî Îsraîlê bike!

PeyamaKurd – Li gorî nûçeyên di çapemeniya DYAyê de cih girtin, tê îdiakirin ku Îran di saetên pêş de wê êrîşî Îsraîlê bike.

Çavkaniyekî nêzîkî rêberên Îranî diyar kir ku ji ber metirsiyên siyasî biryara dawîn derbarê plana êrîşê de nayê girtin.

Balyozxaneya Dewletên Yekbûyî roja Pêncşemê hişyariyek ewlehiyê da, hişyarî da karmendên xwe ku neçin derveyî herêmên navendî yên welêt.

"Îran xwe amade dike ku di saetên pêş de êrîşî Îsraîlê bike"

Li gorî raporeke ku nû hatiye weşandin, tê çaverêkirin ku Îran di demeke nêzîk de rasterast êrişî ser axa Îsraîlê bike.

Li gorî Wall Street Journal, êrîş "dibe ku di saetên pêş de pêk were" û dibe ku herêmên başûr an bakurê Îsraîlê bike armanc.

Lê çavkaniyeke nêzîkî serkirdeyên Îranê diyar kir ku her çendî behsa planên êrîşan tê kirin, lê heta niha biryara dawî nehatiye dayîn.

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Îsraîlê hişyariya ewlehiyê da û hişyarî da karmend û endamên malbatên wan ku neçin derveyî herêmên navendî yên welêt.