WSJ: Ser, fuzeyên DYAyê yên hatine stokkirin diqedîne

29 October 2024 21:20 0 dîtin
WSJ: Ser, fuzeyên DYAyê yên hatine stokkirin diqedîne

PeyamaKurd – Rayedar û pispor ji bo rojnama Wall Street Journalê (WSJ) şiroveyan kirin ku DYA ji bo desteka Îsraîlê sîstema fuzeyan ya hewayî bikartîne û ji ber wê jî daxwaza ji bo fuzeyan, stoka wan kêm dike û ev rewş jî, ji aliyê îhtîmala şerekî li Pasîfîkê endîşeyan çêdike.

Ji 7ê Cotmeha 2023an heya niha Amerîka ji bo axa Îsraîlê biparêze, bi taybetî fuzeyên ku ji keştiyan davêjin û ebadên wan cuda ne, ji sedî zêdetir fuzesawarên standart bikaranîne û li hemberê êrîşên Hûsiyên Yemenê jî fuzeyên bergiriyê bikaranîne.

Rayedar dibêjin ku li Rojhilata Navîn ji bo li fuze û dronan bixin, çekên fuzesawar bikaranîne û ev jî, ji aliyê amadekariya li Pasîfîkê endîşeyan çêdike.

Rêxistina ramanî ya li Washingtonê ya bi navê Stimsonê ji pisporên wê Elias Yousif ragihand ku Amerîka li Ewrûpayê û li Rojhilata Navîn baregehekî sanayiya bergiriyê ji bo xwe pêş nexistiye.