Xaneqîn | Bi sandina hêzeke artêsa Iraqê re 5 xalên Hesdî Seibî hatin valakirin
PeyamaKurd - Piştî rêkeftina Şingalê ku niha tê bicihanîn bandora wê rêkeftinê li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê jî xwe nîşan dide û li şûna hêzên Heşda Şeibî yên Îran piştevaniya wan dike, hêzên artêşa Iraqê êdî têne bicihkirin.
Berpirsê PDKê yê baskê 15 li Xaneqînê Şêx Cehfer Mistefa îro 2yê Kanûnê ragihand ku ji Bexdayê ve lîwayek hatiye Xaneqînê û Heşdî Şeibî ji rawestgehên serekî vekişiyaye.
Li gorî nûçeya BasNewsê Mistefa got, “Sê rojin hêzeke komando hatiye Xaneqînê û 5 rawestgehên serekî ji Heşdî Şeibî vergirtin. Ew jî rawestgehên Kobaşî, Îmam Weys – rêya Şareban, Bawe Mehmûd û Pirda Celewlan û niha jî Heşdî Şeibî dixwaze fêl bike û 300 metre dûrî hêzên Iraqê rawestgeh danîne, xwedê giravî navê çend kesên biryara girtina wan heyî li gel wan e, ku tenê dê bi pasê rawestgeh deynin, otomobîlan gumrik ji wan wergirin û li her bareke otomobîlê 15 hezaran ji wan distînin.”
Şêx Cehfer Mistefa diyar kir, ji aliyekî din ve Heşdî Şeibî anîne ser erdên kiştûkaliya cotkarên kurd, xwedê giravî serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî heq daye cotkarên kurd û ew jî hatine dixwazin pirsgirêkan çêbikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin