Xaneqîn | Terorîstên DAISê 6 kes revandin

05 July 2021 10:29 0 dîtin
Xaneqîn | Terorîstên DAISê 6 kes revandin

PeyamaKurd – Li sînorê Xaneqînê terorîstên DAIŞê 6 kes revandin û kesek jî birîndar kirin.

Li gor çavkaniyên xwecîhî, şeva din komeke çekdarên DAIŞê li gundê Qela yê ser bi bajarokê Gulale du hemwelatî revandin, ku nişteciyên gund û cotkar bûn.

Zanyarî didin zanîn, çekdarên DAIŞê çar hemwelatiyên li gundê Seyf Se'd ê ser bi bajarokê Qeretepe revandin.

Herwiha çekdarên DAIŞê li gundê Seyf Se'd hemwelatiyek birîndar kirin û du otomobîlên revandî jî şewitandin.