Xaneqîn | Terorîstên DAISê stûnên elektrîkê teqandin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajarê Xaneqînê du stûnên elektirîkê ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hatin teqandin.
Li gorî agahiyên ji navenda polîsên Dîyaleyê îro danê nîvro du stûnên elektirîkê li devera Kûbaşî ya Xaneqînê hatin teqandin.
Hat diyarkirin ku her du stûnên elektrîkê ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hatin teqandin, ji ber wê jî xelkê wê deverê bê elektirîk mane.
Hat hînbûn ku piştî bûyerê hêzên artêş û polîs gihîştine cihê teqînê û ew der dorpêç kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin