Xelatên Cannesê hatin dayîn: “Anora” Xelata Palmiyeya Zêrîn wergirt
PeyamaKurd – Fîlmê derhênerê Amerîkî Sean Baker ê bi navê “Anora” di 77emîn Festîvala Fîlman a Cannesê de Xelata Palmiyeya Zêrîn wergirt.
77emîn Festîvala Fîlman a Cannesê ku îsal li bajarê Cannesê yê li başûrê Fransayê birêve çû bi dawî hat.
Merîsamî xelatên Cannesê şevê din li Şanoya Grand Lumiereyê ya li Cannesê hat lidarxistin Û fîlmê Sean Baker ê bi navê “Anora” Xelata Palmiyeya Zêrîn wergirt,
Xelatên din ên Cannes 2024an wiha ne:
Miguel Gomes jî bi fîlma xwe ya bi navê “Grand Tour” xelata derhênerê herî baş wergirt.
Xelatên 77emîn Festîvala Fîlman a Cannesê wiha ne:
Xelata Palmiyeya Zêrîn: Anora / Derhêner: Sean Baker
Xelata Juriyê ya mezin: All We Imagine as Light / Payal Kapadia
Xelata Juriyê: Emilia Pérez / Jacques Audiard
Derhênerê Herî Baş: Miguel Gomes / Grand Tour
Lîstikvana Jin a Herî Baş: Selena Gomez, Karla Sofía Gascón, Adriana Paz, Zoe Saldaña - Emilia Pérez
Lîstikvanê Mêr ê Herî Baş: Jesse Plemons - Kinds of Kindness
Senaryoya Herî Baş: Coralie Fargeat / The Substance
Di beşa Kurtefîlman de xelata Xelata Palmiyeya Zêrîn derhênerê fîlma Nebojsa Slijepcevic a bi navê “The Man Who Could Not Remain Silent” wergirt.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin