YBSê rahênana xwe û Hesda Seibî ya di bin Ala Iraqê de wesand
PeyamaKurd – YBŞê di bin Ala Iraqê de bi Heşda Şeibî re rahênan kir û dîmenên rahênana xwe û Heşda Şeibî ya di bin Ala Iraqê de weşand.
Navenda Pêwendiya Çapemeniya YBŞê ku hêzeke li Şingalê ya bi ser PKKê ve ye, bi kurtevîdyoyekê dîmenên rahênana xwe û Heşda Şeibî di bin Ala Iraqê de belav kir.
<>YBŞ Basın İrtibat Merkezi bugün Şengal’de YBŞ Güçleri’nin düzenlediği askeri tatbikattan kısa bir kesit paylaştı! pic.twitter.com/gC8QU3uNiF
— Rojnews (@AjansRojnews) April 2, 2022
Wek tê zanîn Şingal ket bin destê DAIŞê û fermana Kurdên Ezidî rabû. Komkujiyek destpê kir û bi deh hezaran koçber bûn û tofanek mezin hat serê Kurdên Ezidî. Piştî şerekî dijwar û dawiya sala 2014ê, Pêşmegeyên Kurdistanê Şengal azad kirin. Herwiha wek tê zanîn, piştî Referandûma Serxwebûna Kurdistanê, Artêşa Iraqê, Heşda Şeibî, Milîsên Îranê û çekdarên PKKê şerê Pêşmergeyan kirin û ketin nava Şingalê. Çekdarên PKKê bûn hêzek girêdayî Heşda Şeibî û mûçeyên xwe ji Artêşa Iraqê werdigirtin.
Her cara Pêşmergeyan hewl didan bikevin nava Şingalê çekdarên PKKê şerê wan dikirin. Dema Pêşmergeyên Kurdistanê hewl didan bikevin nava Şingalê, çekdarên PKKê jin û zarok bi rê dikirin, da ku pêşiya karwanên Pêşmergeyan bigrin.
Herî dawî Hikumeta Herêma Kurdistanê û Hikumeta Iraqê di derbarê Şingalê de peymanek îmze kirin, li gor vê peymanê diviyabû hêzên biyanî li devera Şingalê nemînin.
PKK di bin bandora Heşda Şeibî de li dijî vê biryarê derket û di medyayê de dest şerê PDKê û Peşmergeyan kir û nûçeyên derew belav kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin