YE: Divê Ukrayna bi helwesteke xurt li ser maseya astiyê rûne
PeyamaKurd – Yekîtiya Ewropayê ragihand ku divê Ukrayna bi helwesteke xurt bi Rûsyayê re were ser maseya aştiyê û her aştiyeke ku were bidestxistin divê garantiya serxwebûn, serwerî, yekparçeyiya axê û ewlehiyê hebe.
Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen û Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê Antonio Costa piştî lûtkeya awarte ya Ukraynayê ya ku ji aliyê Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ve li Parîsê hat lidarxistin, li ser hesabên xwe yên medyaya civakî heman peyam parve kirin.
Herdu serokan tekez kirin ku di lûtkeyê de lihevkirin ku Ukrayna bi helwesteke bihêz were ser maseya aştiyê û aştî bi serxwebûn, serwerî, yekparçeyiya axa welat û garantiyên bihêz ên ewlehiyê pêk were.
Serokan diyar kirin ku Ewropa ji bo gihandina alîkariya leşkerî ji Ukraynayê re hemû tişt kiriye, lîderan her wiha diyar kirin ku pêwîstî bi zêdekirina veberhênanên parastinê, hilberîn û lêçûn heye.
Armanca lûtkeyê ew e ku di navbera rêberên Ewropî de li ser rewşa Ukraynayê û pirsgirêkên ewlehiyê li Ewropayê şêwirdariyên xwe bidin destpêkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin