Yekîtiya Awrûpayê dorpêçên ser Sûriyê zêde kir
PeyamaKurd- Bi sedema êrîşên hêzên rejîma Sûriyê bo ser Idlibê û xelkê ku ber bi ser sînor de direvin, Yekîtiya Awrûpayê hinek navên din li ser lîsteya xwe ya Sûriyê ya dorpêçan zêde kir. Di lîste ya nûh de navên 8 karsazan û 2 şîrketên dinê hene ku lê zêde kiriye.
Li gor ragihandina ku ji Konseya Awrûpayê hat kirin; hat ragihandin ku lîste ya dorpêça ser Sûriyê û destekvanên wê hatiye firehkirin. Sedema ku dorpêçan daniye ser karsazan ew e ku kesên ji ser araziyên xwe derketine û reviyane, ew karsaz li ser araziyên wan kesên reviyane, projeyan amade kirine û weka ku malên wan bin tevgeriyane.
Di lîsteya kesên ku dorpêç danîne ser wan, heyiyên wan yên mal hatine rawestandin û seyahet bo wan hatiye qedexekirin, jimara wan gihaye 277 kesan û jimara şîrketan gihaye 71 hebî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin