Yekîtiya Ewropa dixwaze di proseya çaksaziya Pêsmerge de rol bistîne

04 July 2021 17:36 0 dîtin
Yekîtiya Ewropa dixwaze di proseya çaksaziya Pêsmerge de rol bistîne

PeyamaKurd – Şanda Yekîtiya Ewropa (YE) ya nûnertiya Iraqê, serdana Herêma Kurdistanê û Wezareta Pêşmerge kir. Piştî serdanê Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku YEyê ji bo proseya çaksaziyê ya Pêşmerge piştevaniya xwe nîşan daye û xwestiye di çaksaziyên Pêşmerge de rol bistînin.

Wezareta Pêşmerge îro Yekşemê bi daxuyaniyekê ragihand, wezîrê Pêşmerge û wekîlê wezîrê Pêşmerge yê hikûmeta herêma Kurdistanê ligel serokê nûnertiya YEyê Cristoph Beuk ji bo çaksaziya di warê ewlehiyê de li gel tîmên efserên payebilind civiyan.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Di civînê de proseya çaksaziyê û mekanizmaya serkeftina wê proseyê hat guftûgo kirin û di vê derbarê de wezîrê Pêşmerge got, di proseya çaksaziyê de pêngavên baş çûne pêş. Ji bo pêşketina zêdetir û berfireh kirina wê proseyê pêwîstiya me bi nûjenî û hemahengiya li gel hemû aliyan heye. Bi keyfxweşî ve pêşwazî li kar û bernameyên tîma şêwirmend a çaksaziya di warê ewlehiyê de ya ser bi YEyê em dikin.”

Wezareta Pêşmerge da xuyakirin: “Nûnerê YEyê yê ji bo çaksaziya warê ewlehiyê, piştevaniya navend û saziyên ewlehiya herêma Kurdistanê û Iraqê nîşan daye û teqez kiriye ku ji nêzîk ve agahdarê hûrgiliyên proseya çaksaziya wezareta Pêşmerge ne û armanca wan li gel tîmên hêzên hevpeyman ew jî rol bigrin ser xwe û alîkariya wezaretê bikin e.”

Wezareta Pêşmerge diyar kir: “Herdu alî bi girîngî ve rewşa ewlehiya navçeyê û parastina asayîş û aramiya herêma Kurdistan, Iraq û navçeyê dinêrin, di heman demê de metirsiya DAIŞê û tevgera wê ya vê dawiyê jî hat guftûgo kirin. Rêkeftina artêşa Iraq û hêzên Pêşmerge ya li ser avakirina çar navendên hemahengiya ewlehiya hevbeş jî bi girîngî hate nirxandin û wezîrê Pêşmerge ragihand: Avakirina wê navendê pêngaveke girînge û em piştevaniyê lê dikin û pêwîst dike bê berfirehtirkirin.”