Yekîtiya Ewropayê 7 wezîrên rejîma Sûriyê xist nav lîsteya dorpêçan
PeyamaKurd – Konseya Yekîtiya Ewropayê lîsteyeke nû ragihand ku hejmara dorpêçên ser kesayet û saziyên bi ser rejîma Beşar Esed ve gihîşt 280 sazî û kesayetan û 7 wezîrên hikûmeta Şamê jî tê de cî digirin.
Li gorî lîsteya nû ya dorpêçan ku hatiye eşkerekirin; 70 saziyên din di nav nav dorpêçên cezakirinê de cî digirin û tê xwestin, geştên wan kesan bên qedexekirin û hemû maldariya wan bê cemidandin.
Wezîrên ku YEyê dorpêç daniye ser wan ev in: Wezîrê Bazirganiya Navxwe û Parastina Mizexiran Telal El-Berazî, wezîra Çandê Lubana Mişeweh, Wezîrê Perwerdeyê Darim Tebai, Wezîrê Dadê Ehmed El-Seyid, Wezîrê Jêderên Avê Temam Reed, Wezîrê Diravî Kînan Yagî û wezîrê Veguhestinê Zuhêr Xizêm
Hêjayî bibîrxistinê ye, YE ji sala 2011an destpêka şerê navxweyî yê Sûriyê ve, dorpêçan li ser rejîma Esed disepîne ku firoştina petrolê û hin karên bazirganî yên rejîmê bi derve re hatine qedexekirin. Heta hesabên Banka Navendî ya Sûriyê jî hatine cemidandin û ji bo kelûpelên pêwîst ên teknolojîk jî dorpêç hatine sepandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin