YPD: Em ê li dijî Tirkiyê serê gerîlla bidin destpêkirin!

26 March 2018 14:26 0 dîtin
YPD: Em ê li dijî Tirkiyê serê gerîlla bidin destpêkirin!

Hevseroka Federaliya Bakurê Sûriyê Hedya Yûsif ragihand ku wan biryar daye ku gelê Efrînê ji bajêr derkevin.

Hedya Yûsif wiha berdewam kir: Ku gelê Efrînê li bajêr bimîne, Tirkiyê wê îşkence û zordestiyê li wan bike. Êdî şerê li Efrînê, bûye şerê gerîllatiyê. Em ê li dijî Artêşa Tirkiyê operasyonan bikin û heyfa hemî zilm û komkujiyên gelê Efrîn li wan hilînin.

Hevseroka Federaliyê Hedya Yûsif ji bo alîkariya insanî jî got ku heta niha ti alîkariya insanê negihaye bajarê Efrînê.