YPGê bi topan êrîs bir ser baregeha çekdarên girêdayî Tirkiyê

21 October 2019 17:07 0 dîtin
YPGê bi topan êrîs bir ser baregeha çekdarên girêdayî Tirkiyê

PeyamaKurd – Hat ragihandin îro beyaniyê şervanên YPGê bi topên hawinan êrîş biriye ser baregeheke leşkerî ya li bajaroka Ezezê ku di bin kontrola çekdarên opozisyonê yên girêdayî Tirkiyê de ye.

Li gorî zanyariyan di encama êrîşa YPGê ya li gundewarên Ezezê de, şervanên YPGê baregeha ‘Artêşa Netewî ya Sûriyê’ ANS-SMO ku ji aliyê Tirkiyê ve hatiye damezirandin kirine armanc û herî kêm çekdarek hatiye kuştin û 4 jî birîndar bûne.

Hat diyarkirin ku êrîş ji aliyê Tel Rifatê ve bi topên hawinan hatiye kirin.

Brîndarên çekdaran nexweşxaneya Kilîs a Tirkiyê û ya Ezezê hatine veguhestin.