Yunanîstan, ji bo gera duyem çû ser sindoqan

25 June 2023 19:00 0 dîtin
Yunanîstan, ji bo gera duyem çû ser sindoqan

PeyamaKurd- Piştî ku Hilbijartinên Giştî yên di 21ê Gulanê de li Yunanîstanê hatin kirin bê encam man, xelkê welêt îro car din çû ser sondoqan.

Li gorî anketên ku di nav raya giştî de hatin kirin, Partiya Demokratîk a Nû (YDP) ya muhafazakar a bi serokatiya Serokwezîr Kiryakos Mitsotakis, dê dîsa di hilbijartinan de bi ferqeke mezin bi ser bikeve, lê vê carê jî dê piraniya parlamentoyê bi dest bixe.

Li gorî encamên sindoqên 21ê Gulanê, Partiya Demokrasiya Nû ku di serdema 2019-2023yan de bi tenê welat bi rê ve biribû bû yekemîn, lê ji ber sedema ku bi tena serê xwe bibe desthilatdar, di pergala nû de nikaribû bigihîje 151 kursiyên pêwîst.