Zelenskiy: Armanca me ew e ku Rûsyayê ji bo danûstandinan razî bikin

19 August 2024 12:20 0 dîtin
Zelenskiy: Armanca me ew e ku Rûsyayê ji bo danûstandinan razî bikin

PeyamaKurd - Ûkrayna ji aliyekî ve li herêma Kurskê ya Rûsyayê operasyonên xwe didomîne ji aliyê din ve daxwaz dike ku li devera Kurskê herêmeke tampon be avakirin.

Artêşa Ûkraynayê bi dîmenên hewayî yên ku roja Yekşemê hatin weşandin, diyar kir ku li herêma Zvannoeyê pira duyemîn a li ser çemê Seymê rûxandiye.

Artêşê da zanîn ku hêzên wan di destpêka vê hefteyê de li nêzîkî Glushkova, li ser çemê Seymê pireke din jî hilweşandiye û artêşa Ûkrayna ev du hefte ye li ser axa Rûsyayê pêşde diçe.

Serokkomarê Ûkraynayê Volodymyr Zelenskiy got ku Rûsya dixwaze li devera Kurskê herêmeke tampon bê avakirin û destnîşan kir ku wê destwerdana Ûkraynayê ya li Kurskê mayindetir bibe.

Zelenskiy di daxuyaniya xwe ya dawiya hefteyê de got ku artêşa Ûkraynayê çeperên xwe yên li Kurskê xurt kiriye û got: “Operasyonên me yên li Kurskê ziyanê didin artêş, pîşesaziya parastinê û aboriya Rûsyayê."

Li gorî Zelenskiy, armanca van operasyonan ji parastinê wêdetir e. Armanc ew e ku ziyanê bide hêza şer a Rûsyayê û pêşî li hêrişa zêdetir a Ûkraynayê bigire.

Zelenskiy got ku armanca wan ew e ku Rûsyayê razî bikin da ku dest bi danûstandinênn aştiyê bike.