Zelenskiy: Bi havêtina gavên xurt, dê ser bi dawî bibe
PeyamaKurd- Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, di civîna Wezîrên Karên Derve yên Yekîtiya Ewropayê ku cara yekem li Kievê hat lidarxistin de axivî û diyar kir ku heger gavên xurttir bên havêtin, dê şer zûtir bi dawî bibe.
Ji aliyê Ofîsa Serokomariya Ukraynayê ve di derbarê civîna Wezîrên Karên Derve yên Yekîtiya Ewropayê ku îro li Kievê hat lidarxistin de daxuyaniyek hat dayîn.
Li gorî daxuyaniyê, Zelenskiy di axaftina xwe ya li civînê de diyar kir ku ev hevdîtin ne tenê nîşanek girîng a hevgirtinê ya bi Ukraynayê re ye, lê di heman demê de gavek nû ye ku rêbertî û însiyatîfa Ewropayê bihêz dike.
Zelenskiy diyar kir ku ew di wê baweriyê de ye ku welatê wî û hemû cîhana azad dikarin di şerê Rusya û Ukraynayê de bi ser bikevin û got,
"Lê belê serkeftina me rasterast bi hevkariya me ve girêdayî ye. Em bi hev re çiqas gavên bihêztir û bi prensîb bihavêjin, ev şer dê ewqasî zûtir bi dawî bibe. Dê bi dadwerî bi dawî bibe. Yekîtiya axa me dê were parastin."
Zelenskiy diyar kir ku 7 pêşniyazên Ukraynayê ji bo destpêkirina muzakereyên endamtiya Yekîtiya Ewropayê ji Komîsyona Yekîtiya Ewropayê wergirtiye ji bo hemû Ukrayniyan gaveke girîng e û motîvasyoneke girîng e û wiha got: "Em ê hemû pêşniyazan bi cih bînin. Îro ev taybetmendî ne.
Hewildan berdewam in ji bo organîzekirina civîna sêyem bi beşdariya şêwirmendên ewlekariya netewî yên rêberên cîhanê li ser prensîbên bingehîn ji bo vegerandina aştiyeke domdar û dadperwer ji bo Ukraynayê.
Heger Ukrayna bikeve, dê Rusya şerekî mezin bide destpêkirin û ne tenê li ser xaka dewleta me. Bi baweriya min îstiqrara heyî ya Ukraynayê herî kêm a paşerojê ye, îstiqrara parzemîna Ewropayê ye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin