Zelensky: Em gavên guncav ji bo xurtkirina leskerên xwe diavêjin
PeyamaKurd – Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelensky di peyama xwe ya ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir de diyar kir, li herêma Donbasê ya ku li wî welatî şerên herî germ li dijî hêzên Rûsyayê diqewimin li ser xurtkirina artêşa Ukraynayê dixebitin.
Zelensky got: "Em gavên guncav ji bo xurtkirina leşkerên xwe di şerê Donbasê de diavêjin."
Zelensky da zanîn, ji bo li eniyê bi bandortir li dijî hêzên Rûsyayê şer bike, pêwîstiya artêşa Ukraynayê bi tankên nûjen heye û diyar kir, di vê mijarê de bi welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) re hevdîtinên giran didomînin.
Zelensky bi bîr xist ku wan bi Serokê Konseya Ewropayê ya li Kîevê Charles Michel re jî hevdîtin pêk anîne û got, wan pêvajoya entegrasyona Ukraynayê ya bi YEyê re jî nirxandine.
Zelensky eşkere kir, Lûtkeya Ukrayna û Yekîtiya Ewropayê wê di destpêka meha Sibatê de were lidarxistin, Zelenskî da zanîn, wê di lûtkeyê de mijarên ku dikarin pêvajoya endamtiya welatê wî ya Yekîtiya Ewropayê bileztir bikin jî bên gotûbêjkirin.
Zelensky destnîşan kir, "Em ji bo destpêkirina muzakereyên endamtiya Ukraynayê ya Yekîtiya Ewropayê jî amade ne. Ji bo ku muzakere îsal destpê bike hemû şert û merc hene."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin