Zelensky: Dixwazim dayikên leskerên rûs termên wan sivîlên bêguneh bibînin
PeyamaKurd – Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, li ser komkujî û înfazên sivîlan ên li deverên Bucha, Irpîn û Costomel ên nêzîkî paytext Kîevê bang li dayikên leşkerên rûsî kir.
Zelensky înfazên sivîlên bêguneh ên ji aliyê artêşa Rûsyayê ve hatine kirin bibîr xist û got: “Dixwazem her dayikeke leşkerên rûsî termên mirovên li Bucha, Irpin û Gostomelê hatine kuştin bibîne.”
Serokê Ukraynayê got ku li Bucha û bajarên din sivîl hatine kuştin, îşkence li wan hatiye kirin û jin rastî destwerdana zayendî bûne û wiha pê de çû:
“Li kuçeyan termên mirovan û mîn. Encamên talanê ne. Qatil û talanker in ew ên ji xwe re dibêjin artêş. Piştî van kirinên xwe ew tenê mirinê heq dikin!”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin