Zelenskiy: Dinyayê di 2022yan de Ukrayna kesf kir!
PeyamaKurd – Serokê Ukraynayê Volodomir Zelenskiy, peyameke vîdyoyî ya bo pêşwazîkirina sala 2023yan belav kir û tê de got, ji 24ê Sibata 2022yan ve 311 roj in şer li welatê wan dewam dike û ew ji bo rizgarkirina welatê xwe ji destê Rûsyayê têkoşîna xwe didomînin.
Zelenskiy di peyama xwe de diyar kir, “Me 24ê Sibatê dest bi afirandina serfiraziya xwe kiriye” û got ku ew dê di sala 2023yan de jî ji bo serkeftin û pêşveçûnê têkoşîna xwe berdewam bikin.
Serokê Ukraynayê herwiha destnîşan kir ku wê xebatên wan ên bo entegrasyona NATO û Yekîtiya Ewropayê dewam bikin û got: “2022 bû sala ku Ukraynayê dinya guherand. Û dinyayê Ukrayna keşf kir.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, ji ber şerê Rûsyayê îsal li Ukraynayê û paytext Kîevê pîrozbahiyên sersalê nehatin kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin