Zerîf çima besdarî merasima cenazeyê Talebanî bû?
PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Îranê Muhemed Cewad Zerîf ragihand ku biryara beşdarîkirdina merasima cenazeyê li Encumena Bala ya Ewlehiya Îranê hatiye girtin.
Zerîf hefteya borî beşdarî civîna Komîsyona Ewlehiya Neteweyî û Derve bû û cewaba Parlamenterên Ûrmiyê û Tehranê li ser çûna cenazeyê Celal Talebanî da.
Parlamenteran jê pirsî ku çima beşdarî merasima bixakspartina Celal Talebanî bûye ku alaya Kurdistanê li ser tabûta wî bû?
Zerîf jî di cewaba xwe de got ew biryar di Encumena Bala ya Ewlehiya Îranê de hatiye girtin û hatiye daxwazkirin di asta herî bala de beşdarî çêbibe. Herwiha Zerîf diyar kir ku ji fermandeyên Pasdaran û Hêza Qudsê jî daxwaz hatiye kirin beşdar bibin.
Zerîf wisa berdewam da gotinên xwe: Dewleta Îranê xwest ez beşdarî cenazeyê birêz Celal Talebanî bibim. Bi vê yekê Komara Îslamî nîşan da ku bandora wê li Iraqê û bi taybetî jî Kurdistana Iraqê çi ye.
Zerîf got: Îranê nîşan da ku heval û dostên xwe yên li Iraqê, bi taybetî jî yên li kêleka wê li dijî rejima Sedam Huseyn şer kirine jibîr nake.
Herwiha berdewam kir: Di wê merasimê de ez li kêleka Serokkomarê Iraqê bûm. Rêveberên Iraqê yên ku nakokiyên wan hebû jî ev dubendî nekirin problem û beşdar bûn.
Wezîrê Îranê di mijara danîna alaya Kurdistanê li ser tabûtê de Serok Barzanî û PDK sûcdar kir û got:
"Lê di merasimê de hevalbendên Barzanî, ev bûyer ji xwe re kirin firsend û mesele bi aliyê xwe ve zivirandin. Hevalbendên Barzanî, alaya Kurdistanê danîn ser tabûta Talebanî."
Zerîf di mijara referandûma serxwebûnê de jî rexne li Serok Barzanî girt û wiha axivî:
"Merasima cenaze nêzîkî referandûma serxwebûnê bû. Herçiqas Birêz Barzanî xeletî kir û referandûm çêkir û Komara Îslamî Îran li dijî vê bû jî me li cem xuşk û birayên xwe yên Kurd cih girt. Têkiliyên me digel xuşk û birayên me yên Kurd bihêz in û dê berdewam bin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin