4 leskerên Sûriyê hatin kustin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku di encama du êrîşên cuda yên çekdarên DAIŞê de du leşkerên rejîma Sûriyê hatin kuştin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand, di êrîşeke nû ya çekdarên DAIŞê ya li dijî nuqteyên leşkerên Sûrî li beyarê Bukemalê de 2 leşker hatin kuştin.
SOHRê diyar kir, demek berê jî çekdarên DAIŞê mayînek çandibû, ew mayîn li nêzî nuqteya Bîr El Bowêb ê beyarê Humsê bi motorsiklêtekê de teqiya û di encamê de 2 leşkerên din hatin kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin