'617 mexdûrên erdhejê tên dermankirin'
PeyamaKurd – Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca derbarê birîndarên erdheja navenda Mereşê de agahiyên herî dawî eşkere kir.
Di ser erdhejên 7,7 û 7,6 rîxterî yên ku di 6ê Sibatê de li navenda Mereşê pêk hat 6 meh derbas bûn.
Koca li ser medyaya civakî daxuyanî da û wiha got:
“Di ser erdhejê re 6 meh derbas bûn. Ji 1 milyon û 123 hezar û 211 mexdûrên erdhejê re xizmeta tenduristiyê hat dayîn. 73 hezar û 876 emeliyat hatine kirin, 42 hezar û 295 ji wan emeliyatên biçûk, navîn û mezin (koma ABC) bûne.
Tedawiya 617 mexdûrên erdhejê jî li nexweşxaneyên me dewam dike. Em dibêjin nexweşên xwe zû sax bin û kesên ku em bi merhemet hiştine bi bîr tînin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin