Amerîka F-35an nade Tirkiyê
PeyamaKurd - Pêşnûmaya qedexekirina firokeyên şer ên corê F-35 bo Tirkiyê li Kongreya Amerîkayê hat pesendkirin.
Di civîna hevbeş a hikûmet û Kongreya Amerîkayê de ku taybet bû bi pesendkirina budceya 716 milyar dolar a Wezareta Berevaniyê, pêşnûmaya qedexekirin û sînordarkirina firotina firokeyên şer ên corê F-35 bo Tirkiyê hat pesendkirin.
Di rûniştina Kongreyê de pêşnûmaya qedexekirina firokeyên şer ên corê F-35 bo Tirkiyê ket dengdanê û bi 359 dengên erê li beramber 54 dengên nexêr hat pesendkirin.
Pêşnûma pêşkêşî Serokê Amerîkayê Donald Trump tê kirin û eger îmze bike, Tirkiye ji kirîna firokeyên şer F-35 tê bêbeşkirin ku daxwaza 100 firokeyan kiribû.
Roja Çarşema borî, senatorên Komîteya Peywendiyên Derve ya Amerîkayê pêşnûmmayek pêşkêşî Kongreyê kirin û daxwaz kiribûn ku proseya firotina firokeyên F-35 bo Tirkiyê were ragirtin û hilweşandin, ji ber Tirkiye bi kirîna çekên Rûsî li dijî biryarên Amerîkayê rawestiya ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin