Amerîka Kore ya Bakûr tehdîd kir

17 December 2023 01:26 0 dîtin
Amerîka Kore ya Bakûr tehdîd kir

PeyamaKurd – Gengeşiya navbera Kore ya Başûr-Amerîka û Kore ya Bakûr her diçe kûrtir dibe. Kore ya Bakûr her wext Kore ya Başûr bi bikaranîna çeken nuklerî tehdîd dike û Amerîka piştevaniya Kore ya Başûr dike.

Grûba Şêwrimend ya Nuklerî ya ku Kore ya Başûr û Amerîkayê (NCG) ku bi hevre avakiribûn, ji bo li ser rewşa nuklerî ya heyî danûsitendinan bikin, duhî li Washingtonê civiyabûn. NCG îro daxwuyaniyekî hevpar da û got:

“Eger Kore ya Bakûr êrîşekî nuklerî bike ser hêzên Amerîkayê an hevkarên Amerîkayê, wê bibe dawiya rejîma Pyongyangê û nayê qebûlkirin.”

Di daxuyaniyê de cara duyem hat gotin ku;

“Êrîşeka Kore ya Bakûr ya nuklerî eger here ser Kore ya Başûr, wê bilez, xwurt û bi tundî bersiva wê bê dayîn.”