Amerîkayê, alîkariya leskerî sand Îsraîlê

09 October 2023 01:00 0 dîtin
Amerîkayê, alîkariya leskerî sand Îsraîlê

PeyamaKurd- Hat ragihandin ku Serokê Amerîkayê Joe Biden, di pêwendiyeke telefonî de bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re axivî û got ku alîkariya zêde ya ji bo piştgiriyê di rê de ye.

Ji Koşka Spî de hat ragihandin ku Biden û Netanyahu vê sibehê jî bi telefonê axivîn.

Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat destnîşankirin ku Biden piştgiriya Amerîkayê ji Îsraîlê re dubare kir û wiha got: “Alîkariyên zêde ji bo Hêzên Berevaniyê, niha li ser rêya Îsraîlê ne û dê di rojên pêş de alîkariyên zêdetir bigihîjin ber destên we.”

Her wiha hat diyarkirin ku Biden, di derbarê xebatên dîplomatîk ên giran ên di 24 saetên dawî de jî agahî dane Netanyahu.