Amerîkayê bersiva berteka Erdogan da!
PeyamaKurd – Washingtonê bersiv da berteka Serokomar Recep Tayyîp Erdogan a ji bo serdana Balyozê Amerîkayê yê Enqereyê Jeff Flake ya Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ku di 29ê Adarê de pêk anîbû.
Wezareta Derve ya Amerîkî got, asayî ye ku balyozên li derveyî welat bi hemû aliyan re bicivin.
Berdevkê Wezareta Derve di daxuyaniyekê de got: "Balyozên Amerîkayê yên li derve bi rêkûpêk bi endamên hikûmet, çapemenî, partiyên cuda yên siyasî, civaka sivîl û hevkarên dîplomatîk re di çarçoveya mîsyonên xwe yên dîplomatîk ên rûtîn de dicivin da ku geşedanên li welatên ku lê wezîfedar in fêm bikin. Heman tişt ji bo Balyozê Tirkiyeyê yê Flake jî derbas dibe.”
Erdogan gotibû, "Divê em di van hilbijartinan de dersekê bidin Amerîkayê. Joe Biden ji wir diaxive, balyozê Biden li vir çi dike? Ew ê biçe serdana bay bay Kemal. Şerm e, hinekî bifikire.Tu balyoz î. Li vir muxatabê te Serokomar e."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin