Azerbaycan: Bi dehan lesker hatin kustin!
PeyamaKurd- Wezareta Tenduristiyê ya Azerbaycanê, di derbarê leşkerên Azerbaycanê yên ku di ‘operasyona li dijî terorê’ de ya li Qerebaxê hatine kuştin, raportek parve kir.
Di daxuyaniya wezaretê de hat destnîşankirin ku di operasyona navborî de bi giştî 192 leşker hatine kuştin.
Di dewama daxuyaniyê de bal li ser hûrgiliyên tibî û edlî hat kişandin û wiha hat gotin:
"Di çarçoveya tedbîrên herêmî yên têkoşîna li dijî terorê de 192 leşkerên Hêzên Çekdar ên Komara Azerbaycanê şehîd bûn. Ji leşkerên şehîd 180 jê endamên Wezareta Parastina Neteweyî û 12 ji wan jî endamên Wezareta Karên Navxweyî ne.
Piştî lêkolînên genetîka edlî dê nasnameya 11 kesan ji aliyê Pisporên Tiba Edlî ve bê diyarkirin.
Di heman demê de di encama tedbîrên herêmî yên li dijî terorê de 511 leşker û sivîlek birîndar bûn.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin