Balafireke rêwiyan ket: 18 mirî

29 January 2025 17:04 0 dîtin
Balafireke rêwiyan ket: 18 mirî

PeyamaKurd – Li Sûdana Başûr balafirek rêwiyan a 21 rêwî û muretebat tê de bû piştî rabûnê bi demeke kurt kete xwarê.

Hate ragihandin ku balafira rêwiyan dema ji ser zeviya petrolê ya eyaleta Unity a bakurê Sudana Başûr rabûye bi demeke kurt ketiye xwar.

Hate diyarkirin ku 18 kesên di balafirê de mirine. Sedema ketinê hîn diyar nebûye.