Balafirên Rûsî gundewarên Idlibê bombebaran kir

20 October 2020 19:30 0 dîtin
Balafirên Rûsî gundewarên Idlibê bombebaran kir

PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku balafirên şer ên Rûsyayê li herêmên çiyayê Zawiye yê gundewarê Idlibê êrîşî çekdarên Heyet Tehrîr Şam (HTŞ) kir.

Li gorî SOHRê hêzên rejîma Sûriyê jî deverên li Til Wasit û Ziyaretê yên Sehil El-Xab ên gundewarên bakurê rojavayê Hemayê bombebaran kirin.

SOHRê diyar kiriye ku balafirên rûsî êrîş li dijî baregehên çekdarên rêxistina bi ser El Qaîdeyê ve Heyet Tehrîr El-Şam û komên din ên çekdaran kirine ku di encamê de 4 çekdar hatine kuştin û hejmarerk jî birîndar bûne.

Herwiha roja duşemê jî hêzên rejîmê ji bingehên xwe yên li Sehil El-Xab herêmên bajarokê Ziyare û gundên Til Wasit û derdora wê li gundewarênn bakurê rojavayê Hemayê topbaran kirin û balafirên keşfê jî li asmanê herêma bêçek geriyan.