Banka Rûsî ATB îflasa xwe ragihand

23 April 2022 19:44 0 dîtin
Banka Rûsî ATB îflasa xwe ragihand

PeyamaKurd – Piştî êrîşa Rûsyayê ya ser Ûkraynayê rewşa Rûsyayê ya darayî nexweş bû û gelek markayên dinyayê yên navdar xwe ji nav Rûsyayê vekişandin. Hinek banka bi sedema dorpêçan îflas kirin. Li gor ragihandina Bloombergê; dorpêçên ku ji aliyê Amerîka û Îngîltere de bo ser Rûsyayê hatin danîn, nahêlin ku banka xebatên xwe bikin û ji bo karê îflasê bimeşînin du memûr hatine tayînkirin.

Hat ragihandin ku her muşteriye sed hezar Ewroyê wî di bankayan de be, banka navendî ya Hollandayê di çaçroveya parastina muşteriyan de wî pereyi dide wan. Beşa banka Rûsyayê ya herî mezin ya Alfa Bankê, ATB bi nivîskî ragihand ku piştî seredana bankayê, dadgeha herêmê ya Amsterdamê biryara îflasa bankayê daye.

Banka ATB ya karsazê navdar ya Mikhail Fridman e ku navê di nava dorpêçên ser Rûsya de ye. Lê serokê Rûsyayê Vladimir Putin weha nafikire û dibêje:

“Em dikarin bi rihetî bêjin ku dorpêçên ser Rûsyayê bi ser neketine. Sedemekî ku standardên jiyana Ewrûpiyan daketiye jî dorpêçên ser Rûsyane. Rûsya li ber temamê zor û zahmetiyan diber xwe da. Niha li welatê me îstîqrar çêdibe û Rûble gihaye bihayê xwe yê meha Sibatê. Mêzêna carî ya erênî ji 58 mîlyar dolarî derbas bû. Ev di dîrokê de asta herî bilinde. Hecma mewdûata hemwelatiyan her diçe zêdetir dibe.”