“Bêyî Amerîkayê Ewropa nikare xwe biparêze”

16 November 2018 23:09 0 dîtin
“Bêyî Amerîkayê Ewropa nikare xwe biparêze”

PeyamaKurd – Serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte li ser nîqaşên mijara ‘Artêşa Ewropayê’ ragihand ku bêyî Amerîka Ewropa nikare xwe biparêze.

Serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte di civîneke çapemeniyê de daxuyaniyek da û ragihand ku ‘Artêşa Ewropayê’ ne rastîbîn e  û wiha got: “Ramana ‘Artêşa Ewropayê’ tê wê maneyê ku Ewrûpa dikare xwe biparêze, lêbelê Ewropa niha bêyî alîkariya Amerîkayê nikare xwe biparêze. Dema li rewşa ewlehiya seranserê cîhanê û li ya Ewropa ya salên dawî tê nêrîn, ne mimkun e ku Ewropa bikaribe xwe biparêze. Herwiha li Ewropayê parastina hevsengiyê bo Amerîkayê jî girîng e.    

Mark Rutte derbarê serweriya welat de jî destnîşan kir ku ‘Artêşa Ewropayê’ ne li gor stratêjiyên ewlehiyê ye, serweriya niştiman a welat nayê radestkirinî kesên din.