Bi mosekan êrîsî baregeha Amerîkayê kirin
PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) belav kir, 4 moşek li derdora baregeha Hevpeymaniya Navdewletî ya li kêlgeha gazê ya Konîko ya li gundewarê Dêrazorê ku hêzên Amerîkî tê de, dimînin ketin.
Li gor zanyariyên SOHRê, moşek ji herêmên di bin kontrola rejîma Sûriyê û mîlîsên ser bi Îranê ve li gundewarê Dêrazorê hatine avêtin û li nêzîkê baregeha leşkerî ketine.
Hat zanîn piştî avêtina moşekan, balafirên çavdêriyê yên Hevpeymaniya Navdewletî li ser herêmê geriyan.
Derbarê ziyanan de ti zanyarî nehatin belavkirin.
SOHRê diyar kiriye, hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li bargeha leşkerî ya li kêlgeha Konîko perwerdeyê leşkerî dike, bêyî ku tu binpêkirineke ewlehiyê li herêmê hebe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin