“Bila koçber herin kampên ewlehiyê”

16 June 2018 17:06 0 dîtin
“Bila koçber herin kampên ewlehiyê”

PeyamaKurd- Serokwezîrê Avûstûryayê Sebastian Kurz pêşniyarekî da Yekîtiya Awrûpayê û got bila koçberên ku di rêyên qaçax de hatine Awrûpayê, wan derxin derveyê sînorê Yekîtiya Awrûpayê.

Eger ev nebe, bila di derveyê axa Awrûpayê de, ji wan re kampên bi ewle bên avakirin û wan tê de bicîh bikin. Kurtz di dewama axaftina xwe ya bi rojnama Die Presse de got ku koçber dibin sedema niqaşa di Yekîtiya Awrûpayê de.

Di dema bê de, Kurtz wê bibe serokê Yekîtiya Awrûpayê yê demkî. Kurtz weha dewam kir:

“Koçberên ku tên Yekîtiya Awrûpayê, divê di derveyê sînorê yekîtiyê de bên rawestandin û pêdiviyên wan bên temînkirin. Paşî wan bişînin welatên wan. Eger ev nebe, dive di derveyê Awrûpa de, ji wan re kampên bi ewle bên avakirin.”

Serokê Fransayê Emmanuel Macron jî di vê mijarê de ragihandibû divê mirov li ser mijara penahindeyan li welatên wan bilî bibe. Her weha divê li welatên wan ji wan re “Navendên Awrûpa” bên avakirin.