Brett McGurk seredana Herêma Kurdistanê dike

17 January 2023 00:53 0 dîtin
Brett McGurk seredana Herêma Kurdistanê dike

PeyamaKurd – Koordînatorê ewlehiya netewî ya Koşka Sipî yê ji Rojhilata Navîn berpirs Brett McGurk wê seredana Herêma kurdistanê bike. Brett McGurk bi heytekî re diçe Kurdistanê û wê di asta bilind de bi rêvebirên Herêma Kurdistanê re bicive.

Hat ragihandin ku McGurk bi heyeta xwe ve li Bexdayê ye û bi rayedarên Iraqê re hevdîtinan kiriye. Serokê dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî di hevdîtina bi rojnamevanan re ragihandiye ku wê McGurk li Herêma Kurdistanê bi serok Mesûd Barzanî, bi serokê herêmê Nêçîrvan Barzanî û bi rêvibiriya YNK ê re hevdîtinan bike.

Herîrî got ku seredana McGurk siyasiye, dixwaze rewşa herêmê û Iraqê di cîh de bibîne û bê guman kesê ku seredana Bexdayê bike wê ya Herêma Kurdistanê jî bike. Di hevdîtinê de wê mijar; têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê, têkiliyên navbera PDK û YNK ê mijara xaza Herêma Kurdistanê be.