Çavusoglu: "Pirsgirêka Kurdan tuneye"
PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu got, "Îro em bi dilekî rehet dibêjin ku pirsgirêka Kurdan tuneye. Ji bo me tenê pirsgirêka terorê heye."
Çavuşoglu li Antalyayê axivî û îdîa kir ku ew li Tirkiyeyê li gor nijad, rabirdû, bawerî û mezheb li merivan nanihêrin û wiha dewam kir:
"Erê li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurdan hebû. Turgut Ozalê rehmetî qala vê kiribû. Cara ewil Recep Tayyîp Erdogan bû ku li Diyarbekirê got, 'Li vî welatî pirsgirêka Kurdan heye. Ez ê vê pirsgirkê çareser bikim'. Îro em bi dilekî rehet dibêjin ku pirsgirêka Kurdan tuneye. Ji bo me tenê pirsgirêka terorê heye. Me bi dilekî rehet û hêsayî mafên birayên xwe yên Kurd, wek birayên xwe yên din ên ku li Tirkiyeyê dijîn û nijada wan cuda ye, dayê. Me dîsa li van herêman jî veberhênanên mezin kirin. Digel astengiyan, êrîşên terorê, êrîşên biroket ên ku birin ser balafirgehan, şewitandina nexweşxaneyan û kuştina doxtoran, me ji her derê ra xizmet kir. Em li Sûriyeyê jî dijberiya birayên xwe yên Kurd nakin. Em li Sûriyeyê jî dijî YPG, PKKyê ne. We qet ji kesên ku li dervayî welêt dibêjin 'mafên Kurdan' û pişta xwe didin PKK, YPGyê pirsa 'YPG-PKKyê li Sûriyeyê 400 hezar Kurd sirgûn kirin û vê gavê li vê derê dijîn, we qet bi yekî ra hevdîtin kir? We mafê wî parast? Mala wî çawa hatiye xespkirin û li wê derê partiya wan a siyasî çawa hatiye girtin' pirsî? 'Êê haya me jê tune.' Haya te jê çênabe, lewra jixwe nayê. Lewra derdekî te heye, kê ji bo Tirkiyeyê tehdîd be, tu piştgiriyê didî wî."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin